Dema xwerexne û xûrt kirina têkoşînê ye
Ji Meclîsa PKK’ê biryara 'berxwedana berfireh'
Meclîsa PKK’ê di daxuyaniya dayî de, ragihand ku civîna wan a salane bi beşdariya 29 endamên esil pêk hatiye. Di daxuyaniya ku di malpera www.pkkonline.com de hate weşandin de, civîna Meclîsa PKK’ê 7 rojan berdewam kir û “nîqaşên pir berfireh bi serkeftî bi encam bûn.”
Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin ku çarçoveya polîtîkaya xwe nû ya ku ji bo demên pêş a di warê navneteweyî, Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hate diyarkirin.
LI HEMBERÎ HÊZÊN HEGEMONÎK Û STATÎTKOPEREST XETA SÊYEMÎN
PKK’ê di daxuyaniya dayî de got; “Hêzên azadîxwaz û demokratîk di vê demê de derfeta xweîfadekirinê bi dest xistine, dê ev pêvajo esasî dahatûya herêmê diyar bike. Tevgera me di civîna xwe de tesbît kiriye ku li hemberî hêzên hegemonîk û statîkoperest, ji bo hêza demokratîk a ku li herêmê her tim xurt dibe, ku weke xeta sêyemîn tê zanîn yekane xet pêşxistina modernîteya demokratîk û azadiyê ye.”
ZAGONA TECRÎDÊ TÊ WATEYA ZAGONA ŞER
Her wiha, hate diyarkirin ku di civînê de tecrîda ku ji 27’ê tîrmeha 2011 ve berdewam dike jî hate gotûbêjkirin û got; “Li hemberî vê rewşa xeter û metirsîdar, gelê me tu carî gav ber bi paş ve naavêje, dê bi berxwedaneke pir mezin bersivê bide.” PKK’ê destnîşan kir ku berpirsê vê yekê AKP’ya ku şerê topyekun û faşîzmê dispêre ye. PKK’ê diyar kir ku li hemberî hemû hewldanên tevgera wan û Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk û aşitiyane, hikûmeta AKP’ê hewl dide bi karanîna hêza û şîdeta dewletê encam bigire. PKK’ê bal kişand ser pêşnûmeya ku tecrîda li ser Ocalan dike qanûnî jî û got ku ev zagonê tê wateya zagona şer.
PKK’ê bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurdan jî diyar kir ku divê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê tekoşîn were xurtkirin, li Başûr jî destkeftiyên ku hene bêne berfirehkirin û li Rojhilat jî asta tekoşînê were xurtkirin. PKK’ê diyar kir ku ji bo diyarkirina dahatûya gelê Kurdistanê, pêvajoyeke stratejîk heye û ragihand ku divê dest ji lidarxistina Kongreya Neteweyî neyê berdan.
XEBATA KONGRA DEMOKRATÎK
PKK’ê got; “Civîna me ya, xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan gelekî girîng dibîne. Ev xebata wekî pirespektîfa neteweya demokratîk yekitiya azad û wek hev derdixe holê û divê ev xebat li herêmê ji bo biratiya di navberan gelen hên bêhtir bi pêş bixe û xebateke bi vî şêwazî bi gelên ereb û fars re jî bi pêş bixe.”
TENGASIYÊN DIVÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN
Civîna Meclisa PKK’ê, di vê pêvajoyê de gelek serkeftinê mezin bi dest xistine, konsepta dijmin ya 2011’an vala derxistiye, lê têkoşîna ku hatiye diyîn em bêjin bi tevahî bi ser neketiye. Civîna me di çavkaniya vê de, kêmasiyên cidî yên pêşenktiyê derxistiye holê, di fermandariyên û di milîtanan rêxistinên qelsiyeke derketiye holê, ji pêvajoyê nebûye bersiv. Ev hemî ji hêla civîna me ve hatine tespîtkirin.”
AKP Û GULEN LOZAN JI NÛ VE DIHÛBIN
Meclisa PKK’ê wiha domand: “Civîna me tesp îtkiriye ku cemaeta Gulen û AKP sermayeya navneteweyî girtiye pişt xwe û ji bo gelê kurd bê statu û bike kole, konsepteke wekî Lozanê xistiye dewrê û bi vê re şerekî topyekun daye destpêkirin. Di komkujiya Roboskê de jî derket holê dê van komkujiyan berdewam bikin. Li hemberî vî şerê topyekun Rêberê me, gelê me û siyaseta kurd li ber xwe dide, divê rêxistina me jî hê bêhtir kur bibe û ‘Şerê Gelê Şereşgerî’ bi pêş bixe.
BIRYARA BERFIREH A BERXWEDANÊ
Di vê civînê de; li hemberî faşîzma AKP’ê ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî di esasa tîfaqa qirêj de, teslîmiyet û jiyaneke bêrûmet li gelê me ferz kiriye de, berxweneke berfireh li hemberî vê bê dayîn û em vê yekê wekî peywirê di nava biryarê xwe de bidin cihkirin.
LI HEMBERÎ FAŞÎZMA KESK TÊKOŞÎNA HEVPAR
Her wiha di civînê de wiha hate gotin: “Li hemberî vê divê gelê me bibe yek. Divê yekitiya demokratîk a netewî ava bike. Têkoşîna civakî bilind bike. Divê hemû mîlîtanên partiya me, sempatîzanên me û şervanên me di vê dema herî krîtîk ya dîrokî de li ser biryara serkeftinê û di vê esasê de hamleyeke nû amade bike.” Her wiha di civînê de ji bo têkoşîna hevpar a faşîzma kesk bang hate kirin ku hemû mislilman, elewî û gelên bindest bibin yek û helwesta xwe nîşan bidin.
Pêncşema Reş de astengkirina ROJ TV hate şermezarkirin
Çalakiyên Pêncşema Reş yên ji bo şaredar û siyasetmedarên kurd yên hatine girtin serbest bên berdan, li Pirsûs, Wêranşar, Qoser, Dêrik, Amed, Êlih, Cizîr, Sîlopî, Şirnexê vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiya pencşema reş de qutkirina ROJ TV, hate şermezarkirin û piştgirî dan ROJ TV'yê.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di çarçoveya çalakiyên Pêncşema Reş ku her hefte ji bo şaredar û siyasetmedar bên berdan, vê hefteyê jî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariye û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokên BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş û Bîrgul Ozkara jî di navde gelek kes amade bûn. Alîgirê Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturkan, diyar kir ku her roj girtin û binçavkirin pêk tên û îro kesên din jî hatin binçavkirin. Ulugturkan, anî ziman ku tu kes nikare wan bi girtin û binçavkirinan gavan bidin paşaêtin û wiha got: "Em qutkirina weşana ROJ TV, şermezar dikin. ROJ TV, dengê gel e û nayê qutkirin. Şîrketa weşan qut kir, yek alî tev geriya. Nikarin bi van zext û zordariyan me têk bibin."
PEYAS
Li navçeya Peyasa Amedê jî bi heman armancê çalakî Pencşema Reş di hefteya 102'an de berdewam kir. Disa wekî her hefteyê vê hefteyê jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên sendîkayan û endamên meclîsa şaredariyê Wekîlê şaredar Mahmut Dag, cîgre şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avcı, Serokê BDP'a Peyasê Erkan Erencî, Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê Medeni Alpkaya, Serokê Şaxa Genel Îş'ê M.Salih Dogrul û gelek kesên din amade bûn. M. Salih Dogrul, ani ziman ku di doza KCK'ê de dîsa parastina kurdî hate redkirin û wiha got: "Kolandina li navenda JÎTEM'ê didome. Heta niha hestiyê 23 mirovan hatin dîtin. Gelê kurd baş dizane ku kujer kîne. Dîsa em astengiyên li ser ROJ TV şermezar dikin.
Çalakiyê bi rûniştina 5 deqiyeyan berdewam kir.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî çalakiya pêcşema Reş vê hefteyê dewam kir. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Cigirên Şaredar Şemsettîn Sulhan Kurhan û Leyla Salman, nûnerên BDP, nûnerên rêxistinÊn civaka sivîl û endam û xebatkarên şaredariyê tevli çalakiyê bûn. Sekreterê SES'ê Emrullah Acar daxuyanî xwend û diyar ku opersayonên di bin navê KCK'ê de berdewam dikin û ev yek jî mirovan dike nava fikaran. Acar wiha pê de çû: "Asîmîlasyon û polîstîkayên înkarê îro jî bê navber didome. Êrîş û zextên li ser şaredariyê di heman demê de jî li ser gel .Ev gel nûnerên wan tunebe jî dikarin xwe bi rêve bibin. Dewlet bi van rêbazan nekare pirsgirêkê çareser bike. " piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqiqeyan pêk hat.
ÊLIH
Xebatkarên şaredariya Êlihê jî 103'emîn çalakiya Pêncşema reş de dîsa hatin cem hev. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Wekîlê şaredar Serhat Temel, Wekîsê BDP a Êlihê Selîm Aratemur û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli çalakiyê bûn. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Êlihê ya TMMOB'ê Suleyman Noyan axivî û diyar kir ku ji bilî aştiyeke bi rûmet tu tiştek vê pirsgirêkê çareser nake. Noyan wiha pê de çû: "Di dîroka 90 salî ya komara Tirkiyeyê kurdan gelek bedel dan. Eînsteîn dînbûnê wisa bi nav dike 'Her tim heman tiştî dubare bike û li bende encamê be'. Em jî bang li hikûmetê dikin. her tim dubarekirina heman tiştî ne fêdeye û encamek nayê bidestxitin." Piştî vê jî çalakiya runiştê hate lidarxistin.
Parlementerê BDP'ê yê berê Halîs hate binçavkirin
Parlementerê BDP'ê yê Dêrsîmê yê berê Şerafettin Halis, serê sibê li Çewlîkê hate binçavkirin. Halîs piştî îfade da serbest hate berdan.
Li Cizîrê 19 kes hatin girtin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji 23 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin yek jê zarok 19 kes hatin girtin.
Kurdistanî dê li dijî tecrîd û komployê 18 rojan bimeşin
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, meşek dirêj li dar dixin. Nûnerên rêxistinên Kurdan, Rojnamevan û akademîsyen jî di navê de, bi sedan kes, wê ji Cenevrê/Cenêfê heya Strasbûrgê bimeşin.
Kurdistaniyên li Ewrupayê îsal Komploya Navneteweyî bi çalakiyek mezin protesto dikin.
Çalakiya bi dirûşmeya/silogana 'Ji Ocalan re Azadî, ji bo Kurdistanê Statûyek Siyasî ', wê 31’ê Çile li bajarê Swîsre Cenevreyê ji ber nûnertiya Netewên Yekbûyî des pê bike û 18 rojan dewam bike.
Meşa 400 km, ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd KON-KURD’ê ve tê organîzekirin.
Meş wê 18’ê Sibatê li bajarê Fransa Starbourgê ku Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT lê ne, bi dawî bibe.
Serokê KON-KURDê Îsmet Kem, Serokê Federasyona Komelyên Elmanyayê YEK-KOMêYuksel Koç, ji Rêveberên YEK-KOMê Abdûllah Efe, Bahattîn Dogan, Parêzer Mahmût Şakar, Nivîskar Guney Aslan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, siyasetvan, rojnamevan û hunermendên weke Seyîdxan, Ahmet Kahraman, Feleknas Ûca, Teslîm Tore û Mahîr Sayin jî wê tevlî meşê dibin.
Ji Tevgera Jinên Kurd û Nûnerên Saziyên Sivîl jî gelek kes wê di meşê de cih bigirin.
Li Çokûrovayê amadekariya mitînga “Ji Ocalan re Azadî”
Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynûr Aşan, têkildarî kampanya ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a bi dirûşima "Ji Ocalan re Azadî ji Qirkirina Siyasî re na" tê meşandin rawestiya û diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Mersînê mîtîngê pêk bînin. Aşan bang li jinên Çukurovayê kir û xwest bi hêzek mezin tev li mîtîngê bibin.
Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynûr Aşan, têkildarî mîtînga di 29'ê çile de li Mêrsînê bi hişyariya "Ji Ocalan re Azadî ji Qirkirina Siyasî re na" pêk bînin daxuyani da. Aşan, anî ziman ku Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), dê 29'ê çile de mîtîngê pêk bînin û amadekariyê wan berdewam dikin. Aşan, anî ziman ku beriya mîtîngê li navçeyên navendî yên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Mezîtlî û taxên girêdayî navçeyan civînan pêk tînin.
Aşan, destnîşan kir ku dê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî beşdarî mîtîngê bibe. Aşan, anî ziman ku dê mîtîngê di 29'ê çile demjimêr di 11'an de li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Akdenîza Mêrsînê pêk bînin. Aşan, xwest hemû jin bi hêzek mezin tev li mîtîngê bibin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin. Aşan, bang li hemû jinên Çukurovayê kir û xwest beşdarî mîtîngê bibin..
Li ber berfa zêde çalakiya Pênçşema Reş
Çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo şaredar û siyasetmedarên kurd ên hatine girtin serbest bên berdan, li Pirsûs, Wêranşar, Qoser, Dêrik, Amed, Êlih, Cizîr, Sîlopî, Şirnexê vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiya pencşema reş de qutkirina ROJ TV, hate şermezarkirin û piştgirî dan ROJ TV'yê.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di çarçoveya çalakiyên Pêncşema Reş ku her hefte ji bo şaredar û siyasetmedar bên berdan, vê hefteyê jî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariye û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokên BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş û Bîrgul Ozkara jî di navde gelek kes amade bûn. Alîgirê Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturkan, diyar kir ku her roj girtin û binçavkirin pêk tên û îro kesên din jî hatin binçavkirin. Ulugturkan, anî ziman ku tu kes nikare wan bi girtin û binçavkirinan gavan bidin paşaêtin û wiha got: "Em qutkirina weşana ROJ TV, şermezar dikin. ROJ TV, dengê gel e û nayê qutkirin. Şîrketa weşan qut kir, yek alî tev geriya. Nikarin bi van zext û zordariyan me têk bibin."
PEYAS
Li navçeya Peyasa Amedê jî bi heman armancê çalakî Pencşema Reş di hefteya 102'an de berdewam kir. Disa wekî her hefteyê vê hefteyê jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên sendîkayan û endamên meclîsa şaredariyê Wekîlê şaredar Mahmut Dag, cîgre şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avcı, Serokê BDP'a Peyasê Erkan Erencî, Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê Medeni Alpkaya, Serokê Şaxa Genel Îş'ê M.Salih Dogrul û gelek kesên din amade bûn. M. Salih Dogrul, ani ziman ku di doza KCK'ê de dîsa parastina kurdî hate redkirin û wiha got: "Kolandina li navenda JÎTEM'ê didome. Heta niha hestiyê 23 mirovan hatin dîtin. Gelê kurd baş dizane ku kujer kîne. Dîsa em astengiyên li ser ROJ TV şermezar dikin.
Çalakiyê bi rûniştina 5 deqiyeyan berdewam kir.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî çalakiya pêcşema Reş vê hefteyê dewam kir. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Cigirên Şaredar Şemsettîn Sulhan Kurhan û Leyla Salman, nûnerên BDP, nûnerên rêxistinÊn civaka sivîl û endam û xebatkarên şaredariyê tevli çalakiyê bûn. Sekreterê SES'ê Emrullah Acar daxuyanî xwend û diyar ku opersayonên di bin navê KCK'ê de berdewam dikin û ev yek jî mirovan dike nava fikaran. Acar wiha pê de çû: "Asîmîlasyon û polîstîkayên înkarê îro jî bê navber didome. Êrîş û zextên li ser şaredariyê di heman demê de jî li ser gel .Ev gel nûnerên wan tunebe jî dikarin xwe bi rêve bibin. Dewlet bi van rêbazan nekare pirsgirêkê çareser bike. " piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqaiyan pêk hat.
ÊLIH
Xebatkarên şaredariya Êlihê jî 103'emîn çalakiya Pêncşema reş de dîsa hatin cem hev. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Wekîlê şaredar Serhat Temel, Wekîsê BDP a Êlihê Selîm Aratemur û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli çalakiyê bûn. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Êlihê ya TMMOB'ê Suleyman Noyan axivî û diyar kir ku ji bilî aştiyeke bi rûmet tu tiştek vê pirsgirêkê çareser nake. Noyan wiha pê de çû: "Di dîroka 90 salî ya komara Tirkiyeyê kurdan gelek bedel dan. Eînsteîn dînbûnê wisa bi nav dike 'Her tim heman tiştî dubare bike û li bende encamê be'. Em jî bang li hikûmetê dikin. her tim dubarekirina heman tiştî ne fêdeye û encamek nayê bidestxitin." Piştî vê jî çalakiya runiştê hate lidarxistin.
Li ser înternetê televîzyona herî zêde tê temaşekirin: ROJ TV
Li gorî malpera DelîCast a înternetêya ya bi înka "http://tr.delicast.com" a weşanê qanalên televizyon û radyoyan bi awayekî serbest bi riya internettê dide nişandan, hate aşkerekirin ku herî zêde ROJ TV tê temaşekirin.
Piştî weşana ROJ TV li ser peykê hate astenkirin û firansa li dijî hihûqê peymana bi ROJ TV re yek alî xera kir, weşana ROJ TV a li ser malperê derket asta herî jor.
Malpera DelîCast a înternetêya ya bi lînka "http://tr.delicast.com" a weşanê qanalên televizyon û radyoyan bi awayekî serbest bi riya internettê dide nişandan, diyar kir ku herî zêde ROJ TV tê temaşekirin.
Li gorî pêvana vê malperê di rêza 1'emîn de ROJ TV. Kurdistan. di rêza 2'mîn de VOA Persian TV., di rêza 3'emîn de RTS. Sırbistan, di rêza 4'emîn de RTR Planeta. Rusya, di rêza 5'an de M1 TV. Macaristan, di rêza 6'emîn de 24 Canli TV. Tirkiye., di reza 7'emîn de BBC Persian. İran., di rêza 8'emîn de Realitatea TV. Romanya., di rêza 9'emîn de Antena 3. Romanya û di rêza 10'mîn de Nova TV. Bûlgaristan tên temaşekirin.
Temaşevanên ROJ TV: Emê Roja xwe bişopînin, Roja me nayê reşkirin
Temaşevanên ROJ TV: Emê Roja xwe bişopînin, Roja me nayê reşkirin Temaşevanên ROJ TV: Emê Roja xwe bişopînin, Roja me nayê reşkirin Piştî Firansa û Tirkiye di nava xwe de peyman çêkir û weşana ROJ TV ji ser feykê qut kirin, temaşevanên ROJ TV'yê bertek nîşan dan û gotin: "Roja weşan hate rawestandin cîhana me reş bû, em xwe bi ROJ TV tînin ziman, em dê Roja xwe bişopînin û
Roja me nayê reşkirin" Temaşevanan xwest ku demildest astengiyên li pêş ROJ TV'yê bên rakirin.
Li Amedê welatiyên ROJ TV'yê temaşe dikin bertek nîşanî şîrketa Eutelsatê ya Fransayê ku peyka ROJ TV qut kir dan. Li navçeya Farqîna Amedê welatiyan bertek nîşanî şîrketa Eutelsatê dan û anîn ziman ku ev pêkanîn bi destê Tirkiyeyê pêk hatiye. Welatiya bi navê Asiye Şîmşek, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Serê sibê karê min yê ewil vekirina ROJ TV ye. Ji ber ku ez tirkî nizanim ez
ROJ TV temaşe dikim. Ez bêyî ROJ TV nikarin bijîm. Ji ber ku bi zimanê min yê dayîkê weşanê dike ez bê kêfxweş û aram dibim. Piştî ROJ TV hate girtin min xwest ez televîzyonê di bacê re bavêjim. Heke ROJ TV tune be karê televîzyonê jî li mala min tuneye ji ber ku tu televîzyon rast nabêjin. Bila bên hemû tiştî bi serê me bînin lê bila test nedin televîzyona me."
Welatiya bi navê Suriye Donmuş jî bertek nîşanî rawestandina weşana ROJ TV da û wiha got: "heta şeva weşana Roj Tv hate rawestandin me temaşe kir. Piştî girtinê cihana me jî reş bû." Donmuş, diyar kir ku li ser înternetê ROJ TV tê temaşekirin û wiha axivî: "Ez bang li hemû saziyên me yên li vir dikim. Bila weşana înternetê bi TV ve girê bidin. ROJ TV, dengê gelê kurd e." Welatiyê bin navê
Azîz Olçen jî diyar kir ku ew xwe bi ROJ TV tînin ziman. Welatiyê bi navê Yilmaz Bakir jî bertek nîşanî rawestandina weşan ROJ TV da û anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin.
ÊLIH
Welatiyên li Êlihê jî bertek nîşanî rawestandina weşana ROJ TV dan. Welatiyê bi navê Civan Deger ê ku piştî erdheja Wanê hat li Êlihê bi cih bû, diyar kir ku wan rewşa Wanê di ROJ TV de dişopandin û wiha got: "ROJ TV çand û jina me li gorî rastiyê vedigot." Esnafê bi navê Osman Akçag jî bertek nîşanî rawestandina weşana ROJ TV da û wiha got: "Zarokê min 17 saliye ji 6 saliyê xwe heya niha ROJ TV temaşe dike. Ji ber ku gelek bi hêrs e tu televîzyonên din temaşe nake." Welatiyê bi navê M.Şerîf Çakar jî diyar kir ku 8 salin hewildanên girtinê berdevam dikirin. Welatiyê bi navê
Mahmut Soner jî diyar kir ku ew li ser înternetê ROJ TV temaş dikin.
SÊRT
Li Sêrtê jî welatî bi bertek nin. Welatiyê bi navê Ata Înan diyar kir ku di demeke azadiya çapemeniyê tê nîqaşkirin bi hewildanên dewlet tirk rawestandina weşana ROJ TV bandorê li ser gel dike û wiha got: "Em vê yekê şermezar dikin. Ez li ser înternetê dişopînin."
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ya Şinrexê jî welatiyan bertek nîşanî qutkirina weşana ROJ TV Dan. Jina bi navê Şemse Kara rawestandina weşana ROJ TV şermezar kir û wiha got: "Heke ROJ TV bê girtin em dê cilên li ser xwe bifiroşin kaneleke din a wekî ROJ TV vekin. ROJ TV jiyana me ronî dikir. Lîstîkên dewletê yên qirêj ên li dijî gelê kurd derdixistin holê. Heke ROJ TV neba tiştên li dijî me pêkanîn kesê nedizanîn. Bi salane li sînoran bi sedan mirov tên kuştin lê tu kes nabihîze. Komkujiya Roboskiyê ji aliyê ROJ TV ve li hemû cîhanê belav bû." Welatiyê bi navê Ahmet Ernal jî bertek nîşanî rawestandina weşana ROJ TV da û xwest bi lezgîn astengiya li pêş ROJ TV rabe..(ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...