Gelo Obama peyama şer da?

Gelo Obama peyama şer da?

  
Hawar Net
26 Çile, 2012 Weşandin:1510 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com

 

(HAWAR NET) -- Serokê Amerîkayê Barak Obama peyama xwe ya salane ji Kongreyê re pêşkêş kir. Di peyamê de li ser pirsên sîyaseta dereke bi gurtahî sekinî. Barak Obama di axaftina xwe de behsa Îranê jî kir û got, ku Amerîka wê bi biryar tevbigere, ku Îran nebe xwedî çeka atomê û ji bo çareserkirina wê problemê wê hemû varyantan venêre. Obama her weha got, ku dixwaze bi rîyên aştîyane ve wê problemê çareser bikin.

Çavdêrên sîyasî  peyamên Obama ya ji bo Kongreyê ya ewil û ya wê dawîyê didine li ber hev. Cudabûna herdu axaftinan tenê di tonalîteyê de ye. Berê digot ``em destê xwe ji Îranê re dirêj dikin``, niha jî dibêje ``emê hemû varyantan venêrin``. Ango di nav wan varyantan de şer jî heye.

Di wê rewşa niha ya li Kendava Farisî de, ku derbarê amadekarîyên şer de hinek deng belav dibin, gotinên Obama gereke weke gef û haydarkirinê bêne nirxandin.

Di perspektîva nêz de, li Rojhilata Nêzîk şereke nû serî hilnade. Li Waşîngton, li Tel Avîv û li Tehranê baş fam dikin, ku buhayê şereke nû wê ji bo hemûyan gelek bilind be. Eger êriş li Îranê bête kirin, hemû Şiîyên welatên Ereban yên li Kendava Farisîyê wê hêzên xwe bikine yek. Li herêmê li dijî objeyên Amerîka û Îsraîlê şerê partîzanî dikare bête destpêkirin. Ji Barak Obama re tu sûdmendîya şereke nû tune. hela di serda jî berî hilbijartinên serokkomarîyê yên Amerîkayê. Ji alîyê din ve jî, Obama mecbûr e, ku pozîsyona xwe ya hişk dîyar bike, eger naxwaze li hember komarîyan têk biçe. Ji ber wê yekê emê hêj gelek daxuyanîyên hişk bibîhîzin.

Li Rojhilata Nêzîk şereke nû êdî despê kirî ye. Lê, li enîyên din de.  Ji bo nimûne, yên terorîstî. Sûîqasta demek berî niha ya li hember fîzîknasê atomê yê Îranê ispata wê yekê ye. Berî wê, 3 sûîqastên din jî yên li hember zanyaran hatibûne encamdan. Şerê aborîyê jî her weha gur dibe. Ji Alîyê YE`yê ve li ser nefta Îranê sepandina ambargoyan, dîyar kir, ku YE bi Amerîkayê re bi hev re tev digere. Niha li dijî Tehranê sîyaseta wan yek e. Dibêjin, ku ew ambargo zêde berhemdar nabin. Ji ber, ku Ewropa û Amerîka ne tewaya cîhanê ne. Ewropî nefta Îranê nekirin, wê Asyayî bikirin.

Alîyeke din jî yê wê pirsê heye. Rojava bi awayeke lez hemû têkilîyên xwe bi Îranê re dibire. Ji bo çi? Li ser wê yekê gereke bête fikirandin. Wek ezmûnên dîrokî nîşan didin, tevgerên bi wî awayî,  berî wergirtina biryarên giring têne îlankirin. Dibêjin, ku Rojava nikare cesareta şereke nû bike. Lê, Rojavayê ew cesaret li Lîbyayê nîşan da. Lîbyaya dema Qeddafî tu caran ewqas zêde bahane nedabû dest Rojavayê, qasê Îran dide. Ji ber wê yekê pêşbînîyên giştî ne gelek baş in``.

Hem xweşbîn û hem jî reşbîn xwedî argûmenên xwe ne. Niha nêrînên herî giring yên şewrmendên serokkomarên Îran û Amerîkayê ne. Her tişt bi geşepêdana rewşê ve girêdayî ye. Nûçeyan bişopînin.


Demên dijwar li pêşiya Îranê ne

Gerek Îran heta 1 ê meha Gulanê diyalogê bi koma şeş navgînvanên navnetewî re nûjen bike . Heger Îran vî karî neke  ji xwe wê di 1ê meha Temûzê de biryara êmbargoyê derheqa hinartina nefta  Îranê de  bête cî bi cî kirin . 23 ê vê mehê Y E bi fermî êmbargo derbareyê nefta Îranê de sepand – Vladîmîr  Sajîn mijarê weha berdewam dike .

 27 welatên endam di Y E î de siza derheqa banka navendî ya Îranê de sepandin . Ji bilî vê Birûksêlê veguhestina zêr û kevirên giran bûha bi Îranê re qedexekir . Lê babeta herî dijwar jibo Tehranê êmbargo derheqa hinartina neftê de ye .

 Di nerîna min de wê ev mesele pirsgirêkan ji Îranê re çêbike . Lê ew pirsgirêk wê ne wisa mezin bin mîna yên  li pêşiya  Y E î diyar bibin . Jibo Îranê Y E ne kirîndara serekî ye . Belê Rojhilat jibo Îranê arasta asasî ye . Lê di maweyên dawîn de kirîndarên nefta Îranê li Asyayê, ango  Çîn, Korya Başûr û Japanê jî asta kirîna nefta Îranê kêm kirine . Lê ew welat derbareyê êmbargoyê de na axivin . Herweha Hindistan jî kirînadareke mezin û  li dijî êmbargoyê disekine .

 Hêjaye bi gotinê,ku Îran  ji aslê 4 milyon bermîlên neftê,ku di rojê de encam dide  2,4 milyon bermîlan ber bi derve ve rêdike .Ji wan 450 hezar bermîlan dighîne Y E î . Îcar Yonanistan, Îtalya û Îspanya 68 selefên  pêdiviyên xwe di warê neftê de ji Îranê dikirin . . Yonanistan siyemeke pêdiviyên xwe yên ênêrjî bi nefta Îranê dabîn dike, Îtalya 15 selefan, Îtalya  12 selefan. Lê  Birîtanya û Almanya  selefekî û Ferensa 4 selefan .  Lewma ziyana mezin wê bighêje Yaonaistan, Îtala û Îspanyayê  û gerek li jîderên nû bigerin, lê  dîtina berhemdarê nû  , girêbest û riyên şandinê yên nû  û xerjkirina sermiyanekî zêde ferz dike . Birayar hate erê kirin ji lewra hêviya Yonanistanê ew e, ku Y E  alîkariya wê bike da, ku ji pirsgirêkên êmbargoyê xelas bibe .

 Y E tekiz dike, ku şirketên rojava girêbestên nû di warê neftê de bi Îranê re îmzenekin  . Herweha ji 1 ê gulanê heta 1 ê temûzê divêt hemû girêbestên berê hatin îmzekirin bêne betalkirin . . Di encamê van sizayan de Îran wê di maweya salekê de  15-20 milyard dolaran wenda bike .

 Pispor dipirsên gelo wê Îran bi çi rengî bersivê bide ?.Ragihandina  wezîrê ragihandinê yê Îranê yê berê Alî Falahiyan di vî warî de balkêş bû . Wî got gerek Îran li benda sepandina sizayan nemîne û ji ber xwe ve hinartina neftê bo Y E  birawestîne .Bi vî awayî derbeke mezin li Y E dikeve jiber, ku naghêje xwe amade bike û alternatîva nefta Îranê bilez bibîne .Lê  bi gotina pisporan ev sînaryoyê han nayê cî bi cî kirin, jiber ,ku gerek Îranê girêbestên,ku îmzekirine cî bi cî bike . Û heger wan girêbestan betala bike wê neçar  xerametê bide .

 Wisa jî xuyaye, ku Îran tengava Hurimêz jî nagre . Herweha tevî gefên Tehranê dixwarin, berya çend rojan gemiya balafirhilgira Emerîkî `` Abram Lînkolên `` di gel girûpeke keştiyên leşkerî yên Birîtanya û Fernas hêmen di tengava Hurmizê re derbas bûn . Di heman demê de ragihandinên Tehranê êdî ne hewqas  sertin . Diyare, ku Îranê jî biryar stend, ku tengeva Hurmizê neke  ``lîstok`` di van nakokiyan de

 Ji lewra rêgeha herî sûdmend jibo Îranê û xeyrî Îranê jî nûjenkirina diyalogê ye jibo çareserkirina arîşeya programa wê ya atomî . Lê ezmûn dide xuyanîkirin, ku Îran di bin fişaran de giran ber bi diyalogê ve bizav dike, ji lewra encamên sizayên Y E î wê ne hewqas mezin bin . Îcar çawa be jî, bi gotina wezîrê derve yê Rûsyayê S . Lavrov derfeta nûjenkirina diyaloga koma şeşan û Tehranê nexerabe .


Obama: Rojên rejîma Esed kêm mane

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama piştgiriya welatê xwe bo şoreşên li welatên erebî nîşan da û ragihand ku rojên rejîma Beşar Esed di desthilatê de kêm mane.Obama

Obama di gotara xwe ya her sal de, îro,  got, “Ji rejîma Beşar Esed re diyar dibe ku hêzên guhartinê li Rojhilata Navîn paşve nakişin û kes nikare heta serî xelkê ji rêz û şikodariyê bêpar bike.”

Obama amaje bi çarenûsa Muamer Qezafî li Lîbya kir û wiha da zanîn, “Qezafî di nav dîktatorên ereb de, dema herî dirêj di desthilatê de ma, lê rejîma wî di çend mehan de hilweşiya.”

Obama axaftina xwe wiha domand, “Rojên kêm ji temenê rejîma Sûriyê re maye û diniya êdî gihiştiye wê baweriyê ku rejîmên dîktator berdewam nabin.”

.(ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)

0 şîrove:

Post a Comment

TU ÇI DIBÊJÎ?

Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...