Îsal sala gûhertin û aloziyan e
Lê xembariya serekî di vê salê de jî bêguman ew gefên girêdayî bi kirîza aborî ve ne .Tevgera `` kolanan dagîr bikin`` sînorên Emerîka bakur derbas kir û gihişt gelek paytextên Ewrûpa Rojava .
Îro kirîzeke lîdertiyê ya ber bi çav Rojava û welatên pêşketî vegirtiye.Ango kirîzisa stendina biryarên siyasî û destnîşankirina rêbazeke nû. Îcar heger welatên pêşketî bixwazin,ku aboriyê vejînin divêt ev kirîzis bête çareserkirin .
Di heman demê de rewşa welatên ``buhara erebî `` li Efrîqa bakur û Rojhilata navîn aloze .
Li hinek welatan jiber, ku îslamî hikûm zeftdikin wê alozî mezin bibin . Li deverin din dibe,ku şerê navxweyî lidarkeve . Îcar çawa be jî, li wan herêman dergehên aloziyan, konflîktên herêmî vebûn û mumkine ji nû ve şepelê paneberan ber bi Ewrûpayê ve mezin bibe .Ji lewra cîyê optomîzmê li wan herêman nîne.
Herweha ewledariya atomî jî ji rojeva sala nû dernakeve . Di dawiya meha adarê de wê sameteke navnetewî derbareyê ewledariya atomî de li Sîûlê saz bibe . Korya başûr rijde,ku cîgirê serokwezîrê Korya bakur vebixwîne . Herweha wê serokên Emerîka û Çînê jî beşdariyê di wê sametê de bikin . Bêguman wê programa atomî ya Korya bakur li sametê bête gengeşekirin . Û di dawiya meha Gulanê de jî wê sameta NATO li Çîkago derbareyê Efganistanê lidarkeve . Di warê sportê de jî wê du mehên havînê yên dawîn bo handerên fitbolê gerim bin, jiber, ku qehremaniya Ewrûpayê li Plonya û Ûkraînayê saz dibe . Û ji xwe ji 27 meha Huzêranê heta 12 mehaabê olîmpyadên havînî li Londonê têne lidarxistin
Ev bûyerên em derbareyê wan de axivîn hinek bûyerên,ku wê di sala 2012 an de cî bi cî bibin . Bêguman wê sûrpirîz çêbibin lê hêviya me ew e, ku ew sûrpirîz bextyar bin.(ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...